Tirkiye

Li Erzincan û Îdirê ji ber barana gur av rabûn û lehî çêbû

Barış Yalçınkaya, Bülent Mavzer  | 29.08.2023 - Rojanekırın : 30.08.2023
Li Erzincan û Îdirê ji ber barana gur av rabûn û lehî çêbû

Erzincan

Barana gur a ku li Erzincan û Îdirê hat li cihên gundewar bû sedema rabûna avê û lehiyan.

Li Uzumluya navçeya Erzincanê ji ber barana gur av rabûn.

Çemê Uzumluyê yê ku ji navçeyê ra derbas dibe û wekî qenala avdaniyê tê emilandin piştî baranê bi av û heriyê tijî bû û ser da çû. Ji ber rûşubata li rêyan çêbû çûn û hatina hin taxan da zehmetî hat kişandin. Baxçeya Hala Sebze û Fêkiyan a Şaredariya Uzumluyê û baxçeyên hin malan di nav heriyê da man.

Her wiha ava Çemê Kurtê yê ji herêmê ra derbas dibe jî rabû û rêyên gundên Gunebakan û Çadirtepeyê û rêya Uzumluyê hat girtin.

Ekîb ji bo ku rê bên vekirin û heriya ketiye ser rêyan bê paqijkirin bênavber dixebitin.

Waliyê Erzincanê Hamza Aydogdu hat herêmê û lêkolîn kirin û daxuyaniyek da rojnamevanan û got ku ji ber lehiyan tiştek bi kesî nehat.

Aydogdu got ku her cure tevdîr hatin hildan û wiha axivî:

"Em niha li navçeya Uzumluyê ne, wekî hûn dibînin ji ber barana gur lehî çêbûye lê şikir tiştek bi kesî nehatiye. AFAD, ekîbên me yên rêbejan, Îdareya Taybet a Bajêher cure tevdr, DSÎ hemû ekîb li vir in. Derbasî be. Mirî tunin. tu xisar jî tune. Hevalên me li qadê ne. Her cure tevdîr hildane."

- Îdir

Li Îdirê barana gur hat û baran li cihên bilind bû sedema lehiyê.

Li gundê Karaçomakê ya li ser navendê ji ber lehiya ku piştî barana gur çêbû welatiyan zehmetî kişandin. Ava çemê ji nav gund ra derbas dibe rabû û newala çem bi kevir û heriyê tijî bû.

Hat hînbûn ku ji ber lehiyê tişteş bi can û malê tu kesî nehatiye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın