Li Erdexanê rêya ku 3 meh û nîv e ji ber berfê hatibû girtin, tê vekirin
Ardahan
Rêya Erdexan-Ardanuçê ya ku ji ber berfê 3 meh û nîv e girtî ye, ji aliyê ekîbên rêbejayê va ji bo hatin û çûyînê tê vekirin.
Ji bo ku rêya Erdexan-Ardanuçê ya ku bajêr bi herêma Behra Reş va girê dide bê vekirin, li herêma Bihûreka Bulbulanê xebatên paqijkirina berfê hat destpêkirin.
Ekîbên Şeftiya Şaxa 183yemîn a Rêbejayê bi makîneyên kar va li herêma gundê Bagdeşenê ya ku bilindahiya wê 2 hezar û 581 mêtro ye ji bo ku berfê paqij bikin, dixebitin.
Qalindahiya berfê hin cihan ji mêtroyekê derbas dike.
Ekîb plan dikin ku di nav 5 rojan da rêya ku di 7ê Çileya Pêşîn a 2025an da hatibû girtin vekin.
