Li Erdexanê 7 objeyên berhemên dîrokî hatin qefaltin
Ardahan
Li Erdexanê di wesayîta ji bo kontrolê dan sekinandin da 7 objeyên berhemên dîrokî bûn, hatin qefaltin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Bi Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Fermandariya Cendirmeya Navçeyê li ser rêya Erdexan-Qersê li texma Çamliçatakê ji bo kontrolê wesayîtek dan sekinandin.
Di kontrolkirinê da pereyê zîv, gustîlka bi kevirên bi qîmet neqişkirî, nîvbazinê bi rengê sifir û 4 gerdeniyên li serê şeklê meriv û heywanan hebûn û xişrek hat qefaltin.
Ekîba cendirmeyan dest danî ser berheman û der barê şofêr da jî lêpirsîn dan destpêkirin.