Tirkiye

Li Enqereyê otobêsek li piyê derbasoka bilind qelibî, 5 kes mirin û 14 kes birîndar bûn

Nuğman Göktaş  | 04.04.2026 - Rojanekırın : 04.04.2026
Li Enqereyê otobêsek li piyê derbasoka bilind qelibî, 5 kes mirin û 14 kes birîndar bûn

Ankara

Li Kahramankazana navçeya Enqereyê otobêseke taybet ya gel li piyê derbasoka bilind qelibî û di qezayê da 5 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûn.

Otobêsa bi plaqeya 06 HO 1460 ku di navbera Enqere û Kizilcahamamê da veguhestina rêwiyan dikir û nasnameya şofêrê wê hê nayê zanîn, li bariyerên kêleka rê û dû ra jî li piyê derbasoka bilind ya li texma Taxa Sarayê qelibî.

Li gorî agahiyên ewil di qezayê da 5 kes mirin û 14 kes jî birîndar bûne û rewşa 4 kesan giran e.

Ekîbên tenduristiyê kesên birîndar rakirin nexweşxanên li Kahramankazan û Enqereyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın