Li Enqereyê "Meşa Biryardariyê ya Xezeyê" dest pê kir

Ankara
Ji bo balkişandina ser nîjadkujiya ku Îsraîl ji 8ê Cotmeha 2023yan vir va li Xezeyê didomîne û êş û janên ku li Filistînê tên kişandin, "Meşa Biryardariyê ya Xezeyê" dest pê kir.
Endamên saziyên civaka sivîl ên mensûbê Platforma Piştevaniya Filistînê ya Enqereyê û kal, pîr, keç, xort û zarok jî di nav da bi hezaran kes ji bo balê bikişînin ser nîjadkujiya li Xezeyê û bertekê nîşanî Îsraîlê bidin, li pêşiya Mizgefta Melîke Hatunê civiyan.
Wezîrê Gîhandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu, hin parlamenter û Waliyê Enqereyê Vasîp Şahîn jî beşdarî çalakiya meşê bûn û piştgirî dan welatiyan.
Welatiyan alayên Filistînê dan destê xwe û li dijî Îsraîlê duruşme berz kirin û pankartên "Li gavek wêdatir mirovahî dimire, qehir be Îsraîl", "Misilmano bibin yek" vekirin.
Polêsan tevdîra ewlehiyê hilda û welatî ji vê derê bi rê ketin û ser Bûlwara Ataturkê ra meşiyan 15ê Tîrmehê Meydana Îradeya Neteweyî ya Kizilayê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.