Nihat Kavşut
11 Tebax 2020•Rojanekirin: 12 Tebax 2020
Di lêpirsîna dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dimeşîne 4 jê yên bernameya Bylockê emilandine der barê 10 gumanbaran da biryara binçavkirinê hat dayîn.
Di daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da hat diyarkirin di lêpirsîna dijî FETOyê da 4 jê yên bernameya Bylockê emilandine der barê 10 gumanbaran da biryara binçavkirinê hat dayîn û jê 6 kes di operasyona Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Enqereyê da hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ji bona qefaltina gumanbarên din xebat didomin.