Terorîsta PKKyî ya ku polês ew qanî kir, teslîmî hêzên ewlehiyê bû
Terorîsta PYD/YPGyî ku li Sûriyeyê ser navê PKK/KCKya rêxistina terorê fealiyet dikir, bi qanîkirina polêsan teslîm bû.
Van
Terorîsta PYD/YPGyî ku li Sûriyeyê ser navê PKK/KCKya rêxistina terorê fealiyet dikir, bi qanîkirina polêsan teslîm bû.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Ewlekariyê ya Wanê hat dayîn, ji bo paşveanîn û qanîkirina mensûbên rêxistinê yên ku li ser navê PYD/YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKK/KCKya rêxistina terorê ya çekdar, fealiyetê dikin, xebat didomin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ekîbên midûriya ewlekariyan ên Wan û Şanliurfayê ji bo ku B.Kyê li Sûriyeyê ser navê rêxistina terorê fealiyetê dike, teslîm bibe; pê ra têkilî hat danîn û wiha hat gotin:
"Bi B.Kyê ku li ser navê PYD/YPGya şaxa Sûriyeyê ya PKK/KCKya rêxistina terorê li herêma Kobanê fealiyetên çekdar dike û di 2014an da tevî rêxistinê bûye ra têkilî hat danîn, di encama xebatên ku hatin kirin da ji bo teslîmbûnê hat qanîkirin. B.K. li Cizîra navçeya Şirnexê teslîmî wezîfedarên me bûye. Der heqê B.Kyê mensûbê rêxistinê da ewraqê tehqîqatê hat amadekirin û miqamên edlî biryara girtina wî da."