Tirkiye

Li Enqereyê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 28 kes hatin binçavkirin

Cankut Taşdan  | 28.10.2021 - Rojanekırın : 28.10.2021
Li Enqereyê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 28 kes hatin binçavkirin

Ankara

 Li paytextê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da ji 33 biyaniyên ku ji bo wan biryara binçavkirinê hatiye dayîn jê 28 kes hatin girtin.

Li gor agahiya ku hat hildan, Şaxa Îstixbarat û Têkoşîna Terorê ya Midûriya Ewlehiya Enqereyê ji bo tesbîtkirina kesên ku têkiliya wan bi DEAŞa rêxistina terorê ya çekdar ra heye, xebatên analîza teknîkî û nirxandina rîskê hat kirin.

Di çarçoveyê da li dijî 33 gumanbarên biyanî yên ku têkiliya wan bi mensûbên rêxistina terorê yên li herêmên pevçûnan ra heye û li ser îhtimala ku wê di çalakiyên 29ê Cotmehê Cejna Komarê û 10 Mijdarê Roja Bîranîna Ataturk da bûyeran derxin, operasyon dan destpêkirin. Li ser navnîşanên kifşkirî di heman demê da operasyon hat kirin û 28 gumanbar hatin binçavkirin.

Ji bo girtina firaran xebat dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın