Li Enqereyê ajokarê otomobîla ji pireyê ket xwarê xedar birîndar bû

Ankara
Li paytext Enqereyê ajokarê otomobîla ku ji kontrolê derket û ji pireyê ket xwarê, xedar birîndar bû.
Otomobîla plaqe 06 EA 2482 ya Sabit Mert Çakirer diajot, li ser rêbejaya Enqere-Samsunê ji kontrolê derket û ji Pireya Mamakê ket ser rêya jêrê.
Li ser agahdarkirinê welatiyên li derdorê, ekîbên îtfaiye, polês û tenduristiyê sewqî cihê qezayê kirin.
Ajokarê di hundirê wesayîtê da asê ma, bi xebata ekîban hat derxistin.
Piştî midaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê, ajokar Çakirer bi awayekî xedar birîndar bo nexweşxaneyê hat veguhestin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.