Tirkiye

Li Enqereyê 3 endamên DHKP/Cya rêxistina terorê hatin binçavkirin

Li Enqereya paytext di operasyona dijî DHKP/Cya rêxistina terorê da 3 şikbar hatin binçavkirin.

Haydar Şahin  | 20.01.2021 - Rojanekırın : 20.01.2021
Li Enqereyê 3 endamên DHKP/Cya rêxistina terorê hatin binçavkirin

Ankara

Li Enqereya paytext di operasyona dijî DHKP/Cya rêxistina terorê da 3 şikbar hatin binçavkirin.

Ekîbên midûriyetên Şaxa Îstixbaratê û Rêkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Enqereyê li dijî DHKP/Cya rêxistina terorê operasyon dan destpêkirin.

Ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê di operasyonê da 3 şikbarên ji ber ku li ser navê rêxistinê çalakî meşandine ji bo wan biryara derdestkirinê hatibûn dayîn hatin binçavkirin.

Di lêgerîna navnîşanan da debançeyeke qesdî, 15 fîşengên tivinga nêçîrê û gelek kovar û dokumanên rêxistinê hatin girtin.

Şikbarên ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin birin ewlekariyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.