Li Enqereyê li ser kavilê jeta heyeta eskerî ya Lîbyayê xebat berdewam in
Li nêzîkî gundê Kesîkkavakê yê Haymanaya navçeya Enqereyê bi şefeqê ra xebatên lêgerînê yên li ser kavilê jeta taybet bilez bûn ku Sererkanê Lîbyayê Orgeneral Mihemed Elî Ehmed El-Heddad û heyeta wî û her wiha muretebat tê da bûn
Ankara
Li nêzîkî gundê Kesîkkavakê yê Haymanaya navçeya Enqereyê bi şefeqê ra xebatên lêgerînê yên li ser kavilê jeta taybet bilez bûn ku Sererkanê Lîbyayê Orgeneral Mihemed Elî Ehmed El-Heddad û heyeta wî û her wiha muretebat tê da bûn.
Jeta cure Falcon 50 ya duh êvarê ji Balafirgeha Esenbogayê bi firê ket û pişt ra ji ber erizeya ceyranê "rewşa bilez" ragihand navenda kontrola asîmanî û daxwaza "danîna bilez" kir, li gundê Kesîkkavakê yê Haymanayê li ser zeviyekê ket xwarê.
Li ser îxbarê hêzên ewlekariyê hatin sewqkirin û di encama xebatan da enqazê balafirê hat dîtin. Xebatên lêgerînê yên bi şev digel baran û mijê dewam kirin, bi şefeqê ra bilez bûn.
Ekîbên cendirmeyan cihê balafir lê ket xwarê dorpêç kirin û destûrê nadin ku sivîl derbasî wir bibin. Ji ber hebûna heriyê, ambulansên bi palet sewqî herêmê kirin.
Li cihê enqazê ji hêla AFADê navenda kordînasyona mobîl hat avakirin û peywirdar li vir xebatan dişopînin.
Di vê navberê da 4 dozgerên ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hatin peywirdarkirin jî beşdariya xebatan dikin.
Tê çaverêkirin ku Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya jî li cihê balafir ket xwarê vekolînê bike.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
