İsa Toprak,Ayşe Şensoy Boztepe
13 Gulan 2023•Rojanekirin: 13 Gulan 2023
Li hin navçeyên Enqereyê barana gur dibare.
Taviya ku piştî nîvro dest pê kir û bi demê ra bandora wê zêde bû trafîkê da tengasî hat kişandin û bi taybetî li xaçerê di nav avê da man.
Rawestgaha metroyê ya Batikentê di nav avê da ma, li Eryamanê jî hin wesayît di nav avê da man. Ajokaran nekarîn ku ji ber avê wesayîtên xwe bi hêsanî biajon û li hin taxan ceyran çû.
Ji ber hewaya nebaş seferên teleferîkê yên li Şentepeyê jî hatin rawestandin.