Tirkiye

Li Elezîzê qeza: dayik û dergûşa wê mirin, 4 kes jî birîndar bûn

İsmail Şen  | 10.11.2025 - Rojanekırın : 10.11.2025
Li Elezîzê qeza: dayik û dergûşa wê mirin, 4 kes jî birîndar bûn İsmail Şen

Elazig

ELAZIG (AA) - Li Elezîzê wesayîtek li dîrega ceyranê ya li ser rê qelibî, dayik û dergûşa wê yên ku di wesayîtê da bûn mirin, 4 kes jî birîndar bûn.

Wesayîta ku şofêrê wê G.B û plaqeya wê 12 ACL 258 li ser rêya Elezîz-Meletiyê li taxa gundê Hankendiyê ji kontrolê derket, li dîrega ceyranê û darên ku li ser rê qelibî.

Di qezayê da jê yek dergûş û 2 zarok, bi tevahî 5 kes birîndar bûn.

Li ser cawdayînê, polês û ekîbên agurkuj û Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.

Ekîban bi ambulansan birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Songul Tutunen (41) û dergûşa wê Muaz Tutunen ê 7 mehî li hemberî hemû hewldanan ji mirinê nefilitîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın