İsmail Şen
22 Hezîran 2026•Rojanekirin: 22 Hezîran 2026
Li Elezîzê kamyonetek welgeriya herqa devê rê, 2 kes birîndar bûn.
Kamyoneta ku şofêrê wê M.Z.Y. û plaqeya wê 23 AAE 301 ya ku eşya lêbarkirî bû, li ser rêya Elezîz-Diyarbekirê, li devera Kinederîçê ji rê derket û welgeriya herqa devê rê.
Li ser cawdayînê ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê, cendirme û agirkujê çûn cihê qezayê.
Şofêr û rêwiyê li kêleka wî yên ku di kamyonetê da asê mabûn, ji hêla ekîbên agirkujê va ji wesayîtê hatin derxistin.
Ekîbên tenduristiyê 2 kesên ku bi giran birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Fethî Sekîn.