Tirkiye

Li Elezîzê di galonê penîr da esrar hat desteserkirin

İsmail Şen  | 10.04.2024 - Rojanekırın : 11.04.2024
Li Elezîzê di galonê penîr da esrar hat desteserkirin

Elazig

 Li Elezîzê di nava galonê ku bi penîr tijî bû da esrar hat desteserkirin, gumanbarek hat binçavkirin.

Ekîbên Şaxa Dİjî Qaçaxçîtî û Sucên Organîze ya Fermandariya Cendirmeya PArêzgehê, li ser rêbeja Elezîz-Diyarbekirê di xala teftîşê ya li dexma Guneykoya girêdayî navçeya Sivrîceyê, otobusek dan sekinandin.

Di lêgerîna bagajan a otobusê da bi alîkariya kûçikên narkotîk di nava galonê penîrê di sûravkê da ku hat tesbîtkirin yê kesekî bi navê F.Y ye, 7 perçeyê preskirî, bi giştî 70 gram, esrara toz hat desteserkirin.

Karûbarê gumanbar ê binçavkirî, li cendirmeyê berdewam e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın