Haydar Şahin
22 Mijdar 2018•Rojanekirin: 22 Mijdar 2018
ÎZMIR
Li perava Çeşmeya navçeya Îzmirê 43 biyaniyên hewl didan bi rêyên dereqanûnî derbasî dervayê welêt bibin hatin derdestkirin.
Li gor agahiyên hatin sitandin, ekîbên Fermandariya Ewlekariya Peravê di dema dewriyeyê da boteke lastîk a li ser avê hereket dike ferq kirin.
Ekîban 11 kesên ji Maliyê, 9 kesên ji Afrîkaya Navîn, 4 kesên ji Filistînê, 4 kesên ji Kamerunê, 4 kesên ji Senegalê, 4 kesên ji Togoyê û kesekê ji Gabonê bi tevahî 43 biyaniyên dixebitîn derbasî dervayê welêt bibin derdest kirin.
Hat ragiahndin ku piştî karûbarên fermî ew ê koçberên bêdestûr teslîmî Midûriyeta Îdareya Koçê ya Bajêr bikin.