Gökhan Zobar
04 Cotmeh 2023•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2023
Li Edirneyê 86 koçberên bêpergal ku dixwestin bi rêyên dereqanûnî têkevin welêt, hatin girtin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê ekîbên Fermandariya Cendirmeya Parêzgehê xebatên xwe yên ji bo rêgirtina li ber qaçaxçîtiya koçberan didomînin.
Di vê çarçoveyê de li seranserê bajêr di teftîşên di nava 3 rojan de 86 koçberên bêpergal hatin girtin.
Koçberên bêpergal piştî karûbarên wan, şandin Rêveberiya Îdareya Koçê ya Parêzgehê.
Hat ragihandin ku ew ê teftîşên bi vî rengî bidomin û zêde bibin.