Tirkiye

Li Edeneyê ji heman malbatê 5 kesan di qezayê da can da

Fatih Azgın  | 31.07.2021 - Rojanekırın : 01.08.2021
Li Edeneyê ji heman malbatê 5 kesan di qezayê da can da

Adana

 Li Kozana navçeya Edeneyê 5 kesên ji heman malbatê di qezaya trafîkê da can dan.

Li ser rêya Kozan-Fekeyê erebeya bi plakeya 01 RU 709an ku şofêrê wê hê jî ne diyar e û minîbusa plakeya wê 01 AEG 645 a ku Halîl K. şofêrê wê bû li hev qelibîn.

Di qezayê da ji kesên di erebeyê da Osman (55), Hatîce (50), Nurcan (21), Rabîa (18) û Meryem Ordu (16) li cihê bûyerê can dan.

Şofêrê minîbusê Halîl K.yê birîndar bû jî bi ambulansê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kozanê.

Derket hol ku kesên di erebeyê da bûn, diçûn deweta xizmekî xwe yê li Kozanê.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın