Tirkiye

Li Edeneyê di operasyona PKK/KCKyê da 17 berşik hatin qefaltin

Yusuf Koyun  | 26.11.2021 - Rojanekırın : 27.11.2021
Li Edeneyê di operasyona PKK/KCKyê da 17 berşik hatin qefaltin

Adana

Li Edeneyê di operasyona dijî rêxistina terorê PKK/KCKyê da 17 berşik hatin qefaltin.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Dijî Terorê ya Ewlekariya Edeneyê, xebata qefaltina berşikên rêxistina terorê PKK/KCKyê da destpêkirin.

Di vê çarçoveyê da nasnameya 17 kesan hat tesbîtkirin ku hat îdiakirin, li Sûriyeyê di nava rêxistinê da fealiyet meşandine, beşdarî çalakiyên kolanan bûne û li ser medyaya civakî propagandaya rêxistinê kirine.

Li dijî malên 17 kesên ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê der heqê wan da biryara binçavkirinê hat dayîn, operasyon hat kirin.

Ekîban derî şikandin û ketin malan û her wiha di malan da lêgerîn pêk anîn.

17 berşikên ku li navnîşanên xwe hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê birin ewlekariyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın