
Adana
Li Edeneyê di operasyona dijî PKK/KCKya rêxistina terorê da ji 10 gumanbarên der barê wan da biryara qefaltinê derket 8ên wan hatin binçavkirin.
Ekîbên Şaxa Têkoşîna Bi Terorê ra ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Bajêr ji bo gumanbarên di sala 2013-2014an da li navenda bajêr tevlî çalakiyên bêdestûr bûne û êrîşî polêsan kirine bên tespîtkirin dest bi xebatê kirin.
Di çarçoveya lêpirsînê da ji bo 10 gumanbarî biryara qefaltinê hat dayîn û li navenda bajêr jî ji bo binçavkirina wan li ser navnîşanên gumanbaran operasyon hat kirin.
Di encama operasyona ku polêsên hereketa taybet jî piştgirî dan da 8 şikbar hatin binçavkirin.
Ji bo qefaltina 2 gumanbaran jî xebat didomin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.