Li Edeneyê midaxeleya ji asîman va ya dijî şewata daristanê dîsa dest pê kir
Midaxeleya ji asîman va ya ekîban a dijî şewata daristanê ya li Kozana navçeya Edeneyê dîsa dest pê kir.

Adana
Xebatên temirandina şewata daristanê ya li Taxa Kuyubeyliyê ya Kozana navçeya Edeneyê ku pêr dest pê kir, didomin.
Midaxeleya ji asîman va ku duh rawestanibûn, îro sibê zû dîsa dest pê kir.
Li herêmê helîkopterên temirandina şewatê hewil didin ku agir zêdetir belav nebe.
153 arazoz û gelek personelê ji Edene û parêzgehên nêzîk jî ji bejayê hewil didin agir bitemirînin.
Di vê navberê da dîmenên qadên ku şewitîn bi droneê hatin kişandin.