Tirkiye

Li Edeneyê barana gur bû sedema tengasiyê

Yusuf Koyun  | 29.03.2026 - Rojanekırın : 29.03.2026
Li Edeneyê barana gur bû sedema tengasiyê Yusuf Koyun

Adana

 Li Edeneyê ji ber barana gur li ser kuçe û kolanan golên avê çêbûn.

Li bajêr danê nîvro baraneke gur û zîpik barî.

Ji ber baranê li ser kuçe û kolanan golên avê çêbûn.

Şofêr û peyayan ji ber baranê zehmetî kişand.

Li navçeya Seyhanê ya navend, wesayîteke ku li ser Kolana Mehmet Nurî Sabuncu diçû di ava ku li binê pireya rêhesinê kom bûbû da ma û xirab bû.

Ekîbên agirkujê kesên di wesayîtê da asê man xelas kirin.

Ekîbên şaredariyê û agirkujê ji bo ku avê texliye bikin xebitîn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın