Li Edeneyê 7 Sûriyeyiyên hatin girtin dê bên dersînorkirin
Li Edeneyê 7 Sûriyeyiyên di operasyona DEAŞ û El Qaîdeyê da hatin girtin dê bên dersînorkirin

Adana
Li Edeneyê ji 9 berşikên ku di operasyona dijî rêxistinên terorê DEAŞ û El Qaîdeyê da hatibûn girtin, 2 jê hatin berdan, ji bo 7 berşikên din ên Sûriyeyî jî biryara dersînorkirinê hat dayîn.
Miemeleyên 7 jê Sûriyeyî 9 berşikên ku 4 roj berê di operasyona ekîbên Şaxa Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê da hatibûn binçavkirin, temam bûn. Berşik piştî kontrola tenduristiyê ya li Dezgeha Tiba Edlî ya Edeneyê bo edliyeyê hatin sewqkirin.
Piştî jêpirsîna dozgeriyê 2 berşik hatin berdan. Herwiha dadgeriya sulhê ya nobedar jî ji bo 7 berşikên Sûriyeyî jî biryara dersînorkirinê da.
Xebatên destgîrkirina berşikê firarî jî berdewam in.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê da ji bo destgîrkirina 10 berşikan 8ê mijdarê berbangê operasyon hatibû lidarxistin û 9 berşik hatibûn binçavkirin. Hatibû destnîşankirin, di nava binçavkiriyan da ew berşik hene ku peywendiya wan bi rêxistinên terorê DEAŞ û El Qaîdeyê ra heye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.