Li du Wezaretan merasima dewir teslîmê hat kirin
Ankara
Mustafa Çîftçiyê ku bû Wezîrê Karên Navxweyî ji Alî Yerlîkaya peywir hilda.
Alîkarên Serokê Giştî yên AK Partiyê Faruk Acar û Halît Yerebakan, Sekreterê Giştî yê AK Partiyê Eyyup Kadîr Înan, Midûrê Giştî yê Ewlehiyê Mahmut Demirtaş, Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Orgeneral Alî Çardakçi, Fermandarê Ewlehiya Peravê Koramîral Ahmet Kendîr, Serokê AFADê Alî Hamza Pehlivan, Serokê Îdareya Koçê Huseyîn Kok, alîkarên wezîr û rayedarên wezaretê beşdarî merasimê bûn.
Yerlîkaya di axaftina xwe ya di merasimê da Çîftçî pîroz kir û got ku "Xwedê bi xêr bike, ser xêrê be. Ez ji dil dia dikim, Xwedê yar û alîkarê we be ."
Mustafa Çîftçî jî got ku Yerlîkaya di wextê da xizmetên baş kirin, spasiya Yerlîkaya kir û wiha axivî:
"Ez jê gelek tiştan hîn bûm. Ji ber ku hem mezinê me yê pîşeyê hem jî wezîrê me bû. Em tiştên qenc hîn bûn. Ez ji niha pê va jî ji bo wî bi malbata wî ra emrekî dirêj û bi xêr dixwazim. Xwedê rêya wî û bextê wî vekirî bihêle. Înşeallah bibin wesîleyê xizmetên din jî."
Piştî axaftinan Çîftçî ji Yerlîkaya peywir hilda. Çîftçî û Yerlîkaya kulîk û diyarî teqdîmê hev kirin.
-Li Wezareta Edaletê merasima dewir teslîmê hat kirin
Akin Gurlekê ku bi Biryara Serokomar a di Rojnameya Fermî da hat weşandin bû Wezîrê Edaletê peywir ji Yilmaz Tunç hilda.
Digel Gurlek û Tunç burokratên wezaretê jî beşdarî merasima dewir teslîmê ya li Wezareta Edaletê hat lidarxistin bûn.
Tunç di merasimê da axivî û got ku di 4ê hezîrana 2023yan da bi teqdîra Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bû Wezîrê Edaletê û îro jî bi serbilindî peywira xwe dewrî Gurlek dike.
Tunç got ku meqam "emanetên gel in" û di peywira wî ya nû da ji bo Gurlekê ku dema Alîkarê Wezîr bû bi hev ra dixebitîn serkeftin xwest.
- "Em ê di têkoşîna dijî sûcê da helwesta xwe ya bêtewîz bidomînin"
Akin Gurlek jî spasiya Serokomar Erdoganê ku peywira Wezîrtiya Edaletê dayê û ji bo keda wî ya heta îro jî spasiya Yilmaz Tunç kir.
Gurlek got ku guherîna peywirê "pêşbaziya alayê ye" û da zanîn ku dê hewl bide ku emanetê hê bêtir pêş bixe.
Gurlek û Tunç piştî axaftinan kulîlk teqdîmê hev kirin.
Alîkarên Serokê Giştî yên AK Partiyê Faruk Acar û Halît Yerebakan û Sekreterê Giştî yê AK Partiyê Eyyup Kadîr Înan jî beşdarî merasimê bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
