Tirkiye

Li dora Gola Hezarê 10 ton zibil hat berhevkirin

İsmail Şen  | 05.11.2025 - Rojanekırın : 05.11.2025
Li dora Gola Hezarê 10 ton zibil hat berhevkirin Elazığ İl Özel İdaresi

Elazig

Li dora Gola Hezarê ya li Elezîzê xebatên paqijiyê dewam dikin.

Di daxuyaniya Îdareya Taybet a Bajêr da hat gotin, ekîban îsal 6 caran bi 30 xebatkar û 10 wesayîtan va nêzîkî 10 ton zibil berhev kirin.

Hat daxuyandin ji bo ku siruşta Gola Hezarê bê parastin û rê li ber qirêjiya hawîrdor bê girtin, xebatên paqijiyê wê bênavber dewam bikin.

Hat gotin gol ji bo geştiyarî û ekolojiya herêmê biqîmet e û ji welatiyan hat xwestin ku ew hesas tevbigerin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın