Tirkiye

Li Diyarbekirê xebatên lêgerîna astengdarê aqilî yê 84 salî yê ku winda bibû dewam dikin

Mehmet Sıddık Kaya  | 18.02.2026 - Rojanekırın : 18.02.2026
Li Diyarbekirê xebatên lêgerîna astengdarê aqilî yê 84 salî yê ku winda bibû dewam dikin DÜAK

Diyarbakir

DIYARBAKIR (AA) - Li Qulpa navçeya Diyarbekirê xebatên lêgerîna Salîh Ertaşê 84 salî yê astengdarê eqilê yê ku winda bûye dewam dikin.

Ji bo Ertaşê ku di 8ê sibatê da li Taxa Çaglayanê ya gundewar ji malê derket û car din jê xeber nehat hildan xebat hat destpêkirin. Xebat bi beşdariya Midûriya Rewşa Acîl û Bobelatê ya Bajêr (AFAD), cendirme, tenduristî, Xilaskirin û Lêgerînû ya Zanîngeha Dîcleyê (DUAK), ekîbên Lêgerîn û Xilaskirinê yên Şaredariya Qulpê û Lêgerîn û Xilaskirinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li çolwarê taxê û qadên avî dewam dikin.

Di lêgerînên ku 242 personel beşdar bûn da seyê kadavrayê û 4 dron tên bikaranîn.

Salîh Ertaşê astengdarê aqilî yê ku li Taxa Çaglayanê ya gundewar a li Qulpê dijî di 8ê sibatê da ji malê derketiye û car din jê xeber nehatibû hildan. Li ser vê xizmên wî xeber dabûn Navenda Bangewaziya Acîl a 112an û ekîbên çûbûn herêmê xebat dabûn destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın