Tirkiye

Li Diyarbekirê wesayîtek û serwîsa dibistanê li hev qelibîn, 15 kes birîndar bûn

Aziz Aslan  | 30.03.2026 - Rojanekırın : 30.03.2026
Li Diyarbekirê wesayîtek û serwîsa dibistanê li hev qelibîn, 15 kes birîndar bûn Aziz Aslan

Diyarbakir

DIYARBAKIR (AA) - Li Diyarbekirê wesayîtek û serwîsa dibistanê li hev qelibîn û jê 13 xwendekar, 15 kes birîndar bûn.

Serwîsa dibistanê ya ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 21 S 0537 e û wesayîta ku nasnameya şofêrê wê hê nediyar e û plaqeya wê 63 AIK 940 e, li Kolana Halîd Bîn Velîd a li navçeya Baxlarê li hev qelibîn.

Di qezayê da 13 xwendekarên ku di serwîsê da bûn, şofêrê wesayîtê û kesekî ku di wesayîtê da bû bi tevahî 15 kes birîndar bûn.

Li ser cawdayînê polês, cendirme û ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.

Ekîban bi ambulansan birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın