Tirkiye

Li Diyarbekirê tonek û 700 kîlogram esrar hat qefaltin

26.09.2020 - Rojanekırın : 27.09.2020
Li Diyarbekirê tonek û 700 kîlogram esrar hat qefaltin

Diyarbakir

Li Liceya navçeya Diyarbekirê tonek û 724 kîlo esrar, 587 hezar û 704 kok kinf hat qefaltin.

Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku Fermandariya Cendirme ya Bajêr ji bo rê li hilberîna tiryakê ya rêxistina terorê ya cudaxwaz bigire, tiryaka hatiye veşartin derxe holê û têkildarên rêxistinê tespît bike Operasyona Yildirim-7ê ya dest pê kiribû li gundê Bîrlîk, goma Şakan û dor û berê Kilaraşê bi operasyona narko terorê va temam bû.

Hat gotin ku di operasyonê da 540 jê esrara toz bi tevahî tonek û 724 kîlogram esrar, 587 hezar û 704 kok kinf û amûrên jiyînê hatin bidestxistin.

Ji ber bûyerê 5 gumanbar hatin binçavkirin û hêzên ewlehiyê ji kinfê nimûne hildan, yên mayî îmhe kirin û esrar jî hildan bin parastina xwe.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li herêmê têkoşîna dijî terorê di her qadî da tê birêvebirin wê bênavber dewam bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın