Diyarbakir
Li Liceya navçeya Diyarberkirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da tonek û 36 kîlo esrar hat bidestxistin.
Li gor daxuyanya Walîtiyê, Fermandariya Cendirmeyên Bajêr pêr li çolterên li dikeve başûrê navçeya Liceyê operasyon dan destpêkirin û bi serkeftî hat temamkirin.
Di daxuyaniya hat destnîşankirin ku operasyon ji bo mensûbên rêxistina terorê ku bên berterefkirin, şikeft û stargehên wan bên rûxandin û herwiha hişbira ku li herêma operasyonê hatiye veşartin were tesbîtkirin û kesên ku ev hişbir veşartine werin girtin û ji bo edaletê werin teslîmkirin hat li dar xistin.
Di encama lêgerîn û lêkolînê li gundê Yolçatiyê li mala N.Îyê şikbar di nav pakêtan da 15 kîlo esrar, tivingeke bêrûxset, 15 fîşengên nêçîrê, 2 tivingên bipompe hatin bidestxistin.
Di lêgerîna li baxçeyê şikbar S.D da jî 46 kîlo esrar û 110 fîşengên nêçîrê hatin dîtin.
Ji bo girtina şikbarên ku li mal nebûn xebat didomin.
Tîman li çolterên herêmê jî operasyon kir. Di lêgerîna daristanên li herêmê da tonek û 36 kîlogram esrar hat girtin.
Di operasyonê da sitargeheke ku ji hêla endamên rêxistina terorê va dihat emilandin jî hat îmhekirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ji bo hizûr û ewlehiya gel operasyonên li herêmê dijî terorê tên kirin wê bi biryar û bênavber dewam bikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.