Tirkiye

Li Diyarbekirê rêya gundan emanetî ekîbên paqijkirina berfê ye

Haydar Şahin  | 23.01.2021 - Rojanekırın : 24.01.2021
Li Diyarbekirê rêya gundan emanetî ekîbên paqijkirina berfê ye

Diyarbakir

Ekîbên paqijkirina berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji bo welatî di çûyîn û hatinê da tengasiyê nekişînin bênavber rêyên gund û taxan paqij dikin û her tim amade ne.

Ekîbên şaredariyê ji bo welatî tengasiyê nekişînin û mexdûr nebin 24 saetan xebatên xwe didomînin. Di nav ciyên lê dixebitin da rêyên biçiv ên Qulpê jî hene.

Ekîb ji bo welatî bi rihetî herin û werin gundên xwe yên li ciyên bilind ên wekî Tosun Tepeya 2 hezar û 800 mêtre bilind a di navbera Diyarbekir û Mûşê da ligel xetereya aşîtê rêyên biçiv paqij dikin. Ekîbên dixwestin jî li gundan bi zarokan ra dilîzin û çaya gundî didin wan va bêhna xwe didin.

- "24 saetan xizmetê dikin"

Îhsan Guzelê şefê ekîbê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku dema dibêjin Qulp berf tê bîrê û berfê wekî rehmet dibînin. Guzel got wekî ekîb bênavber xebatên xwe didomînin û wiha axivî: "Ji bo rê girtî nemînin çi ji destê me tê em dikin. Ji ber ku herêma çil û çiya ye ambulans nikarin derkevin ciyên jorê. Em 24 saetan xizmetê dikin."

Guzel diyar kir ku ji bo welatî mexdûr nebin bi şev û bi roj hewl didin, dema gel ji bo wan dia dike jî kêfxweş dibin.

- "Berf ji bo me bereket e"

Cahît Altunê li Yuvacika gundê Qulpê dijî got, "Dema berf dibare di çûyîn û hatina me da pirsgirêk derdikeve. Xwedê ji wan razî be ekîbên şaredariyê qet nasekinin. Rê tê vekirin û her tim rê paqij dikin. Dema berf dibare gundî kêfxweş dibin. Berf ji bo me bereket e. Bi taybetî zarok gelekî şa dibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın