Tirkiye

Li Diyarbekirê otomobîl welgeriya Çemê Sînegê û 3 kes birîndar bûn

Bilal Çelikten  | 29.12.2025 - Rojanekırın : 29.12.2025
Li Diyarbekirê otomobîl welgeriya Çemê Sînegê û 3 kes birîndar bûn Bilal Çelikten

Diyarbakir

Li Çêrmûga navçeya Diyarbekirê otomobîl welgeriya Çemê Sînegê û di encamê da 3 kes birîndar bûn.

Otomobîla plaqe 21 ACL 670 ya Îhsan Kiliç diajot li ser rêbejaya Çêrmûg-Çunguşê li tanga taxa gundewarê Sînegê ya berf lê barî, ji kontrolê derket û welgeriya Çemê Sînegê.

Li ser îxbarê ekîbên tenduristî û cendirmeyê sewqî cihê qezayê kirin.

Di qezayê da tevî ajokar 2 kesên di wesayîtê da bi alîkariya kesên li derdorê û ekîban ji wesayîtê hatin derxistin.

Her wiha birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çêrmûgê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın