Tirkiye

Li Diyarbekirê otomobîl li kesên li baxçeyê nexweşxaneyê rûniştibûn qelibî, kesek mir û kesek birîndar bû

Mehmet Sıddık Kaya  | 26.05.2025 - Rojanekırın : 27.05.2025
Li Diyarbekirê otomobîl li kesên li baxçeyê nexweşxaneyê rûniştibûn qelibî, kesek mir û kesek birîndar bû

Diyarbakir

Li Diyarbekirê otomobîl li kesên li baxçeyê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl rûniştibûn qelibî û di encamê da kesek mir û kesek jî birîndar bû.

Wesayîta cure SUV a plaqe 21 AGD 230 ya M.E. (52) diajot, ji kontrolê derket û li 2 kesên li baxçeyê nexweşxaneyê rûniştibûn, qelibî.

Di qezayê da yek jê xedar 2 kes birîndar bûn.

Ekîba tenduristiya bilez a li ber servîsa bilez a nexweşxaneyê midaxeleya pêşîn a birîndaran kir.

Piştî midaxeleya ewil, birîndar bo servîsa bilez a nexweşxaneyê hatin veguhestin, lêbelê A.B. (25) digel midaxeleyê nehat xilaskirin.

Ajokar bi destê ekîbên polêsan hat binçavkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın