Tirkiye

Li Diyarbekirê operasyona terorê: 17 binçavkirî

Li navçeyên Dîcle, Lice, Hanî, Kocakoy, Baglar û Kayapinarê yên Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 17 kes hatin binçavkirin.

11.12.2019 - Rojanekırın : 12.12.2019
Li Diyarbekirê operasyona terorê: 17 binçavkirî

Diyarbakir

 Li navçeyên Dîcle, Lice, Hanî, Kocakoy, Baglar û Kayapinarê yên Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 17 kes hatin binçavkirin.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê, Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê di çarçoveya lêpirsîna tê meşandin da der heqê 19 bersûcên ku ji rêxistina terorê ra elemanan dibînin, perwerdeya îdeolojîk didin terorîstan, bi peran nasnameya sexte çêdikin û seba êrîşên terorîrst li ser hêzên ewlehiyê xebatên keşifkirinê dikin da biryara girtinê hat dayîn.

Piştî biryarê Fermandariya Cendirmeya Bajêr a Diyarbekirê li navçeyên Dîcle, Lice, Hanî, Kocakoy, Baglar û Kayapinarê di heman demê da operasyon birin ser 29 navnîşanan û 17 kes girtin.

Bersûcên girtî li cendirmeyê îfadeyê didin û ji hêzên ewlehiyê li peyê 2 kesên firar in.

- Ji terorîstan ra nasnameya sexte çêkirine

Ji aliyê din va ji kesên binçavkirî A.N li navçeya Liceyê qaşo berpirsê goristana terorîstan e û terorîstan mala wî wek biryargeh xebitandiye, R.Ayê ku di şaredariya navçeyekê da karmend e jî bi peran ji terorîstan ra nasnameya sexte çêkiriye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın