Li Diyarbekirê nûnerên 6 eşîran û rûspî hatin bal hev
Diyarbakir
Li Diyarbekirê nûnerên 6 eşîran û qasî 300 rûspî hatin bal hev.
Civîna "Hevgirtina Eşîran" li kulliyeya taxa Çarikliyê ya li navçeya Surê hat lidarxistin.
Ji Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê nûnerên 6 eşîran û qasî 300 rûspî beşdarî civînê bûn.
Civînê bi xwendina Quranê dest pê kir, lêkolîner û nivîskar Mahmut Kilinç di civînê da axivî.
Kilinç got divê eşîr û rûspî bi pirsgirêkên civaka ku lê dijîn ra eleqedar û hevxem bin.
Kilinç diyar kir ku gelek rûspiyên herêmê beşdarî civînê bûn û wiha got: "Em eşîran wekî sazûmanên ku mirovan tînin bal hev û xêra wan digîhêje dahatûyê dibînin. Eşîr di warê hevgirtin, alîkarî û navbeynkariyê da di civakê da roleke girîng dilîzin."
Paşê hin beşdar axivîn û nêrînên xwe anîn ziman.
Endamê eşîra Metîna û rûspî Esat Gungorur piştî civînê ji rojnamevanan ra got armanca wan ew e ku rê li ber bûyerên neyînî yên li herêmê bê girtin.
Gungorur anî ziman ku li herêmê hin pirsgirêkên sereke hene ku yek ji wan jî revandina qîzan e.
Gungorur behsa pêvajoya Tirkiyeya Bêteror kir û got divê her kes alîkariyê bide vê pêvajoyê.
Gungorur diyar kir ku eşîr û rûspî jî alîgirê aştiyê ne û wiha got: "Bi saya vê pêvajoyê, aştî hat herêmê. Ji vê baştir çi heye?"
