Li Diyarbekirê dîwar qul kirin û ji seraf zêrê bi 150 hezar lireyî dizîn
Diyarbakir
Li Erxeniya navçeya Diyarbekirê dîwarê dikana serafekî hat qulkirin û ji dikanê zêrê 150 hezar lireyî digre hat dizîn.
Li Kolana Ziya Gokalp a li Fevzî Çakmaka taxa navçeyê kesên ji mala vala ya rexê dikanê ra dîwar qul kirin ji dikana seraf zêrê 150 hezar lireyî digre dizîn û revîn.
Babaros Geçerê şeveqê dikana xwe vekir pê hesiya ku hatiye şêlandin û li ser vê haya polêsan pê xist.
Ekîbên polêsan li dewsa bûyerê lêkolîn kirin û ji bo derdestkirina şikbaran dixebitin.
Barbaros Geçer got ji ber diziyê zirareke bi bihayê 150 hezar lireyî lê ket û wiha axivî: "Mala li pişt dikana min jî ya min bû. Demeke dirêj mal vala bû. Deriyê malê şikênandine û ketine malê. Bi tevirê li malê jî dîwar qul kirine. Ketine dikana min û zêrê min dizîne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.