Tirkiye

Li Diyarbekirê di encama operasyona dijî şertgirtina ferezî da 4 gumanbar hatin binçavkirin

Hasan Gündüz  | 20.03.2024 - Rojanekırın : 21.03.2024
Li Diyarbekirê di encama operasyona dijî şertgirtina ferezî da 4 gumanbar hatin binçavkirin

Diyarbakir

 Li Bismila navçeya Diyarbekirê di encama operasyona dijî şertgirtina ferezî ya dereqanûnî da 4 gumanbar hatin binçavkirin.

Ekîbên Amirtiya Buroya Asayişê ya Rêveberiya Ewlekariya Navçeyê, li ser îxbara ku standin, tesbît kirin ku li kargehekê şertgirtina ferezî tê lîstin.

Di encama operasyona li dijî navnîşana ku hat tesbîtkirin da, ekîban di nava tenekeya çopê da kaxizên ku li ser agahiyên bi şertgirtinê ra têkildar dîtin.

Ji kargehê 2 telefonên mobîl û kompîterek bi mebesta vekolînê hatin desteserkirin.

Xwediyê kargehê F.O digel F.Y, H.K û A.Syên ku gumanbarên lîstandina şertgirtinê bûn hatin binçavkirin.

Derbarê gumanbaran da pêvajoya edlî hat destpêkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın