Tirkiye

Li Diyarbekirê di avahiyeke 13 qatî da şewat derket, 2 jê zarok 3 kes mirin

Aziz Aslan, Aydın Arik  | 05.06.2025 - Rojanekırın : 06.06.2025
Li Diyarbekirê di avahiyeke 13 qatî da şewat derket, 2 jê zarok 3 kes mirin

Diyarbakir

Li Diyarbekirê di avahiyeke 13 qatî da şewat derket, 2 jê zarok 3 kes mirin.

Li Sîteya Rojava ya Kolana 566emîn a Taxa Firatê ya li Kayapinara navçeya navend di avahiyeke 13 qatî da ji ber sedemeke hê nayê zanîn şewat derket.

Li ser îxbarê gelek ekîbên AFAD, UMKE, îtfaiye, tenduristî û polêsan sewqî cihê bûyerê kirin.

Li avahiyê gelekî dûman çêbû û welatî hatin texliyekirin. Hin welatî bi vînca bi selik hatin texliyekirin.

Zarok jî di nav da 17 kesên ku dûmanê tesîr li wan kir rakirin nexweşxaneyan. Ji kesên ku li nexweşxaneyê tên dermankirin 2 jê zarok 3 kes mirin.

Bi midaxeleya ekîban şewat hildan bin kontrolê û xebatên sarkirinê dewam dikin.

- Walî Murat Zorluoglu li cihê bûyerê lêkolîn kirin

Waliyê Diyarbekirê Murat Zorluoglu, Midûrê Ewlehiyê yê Bajêr Fatîh Kayak û Serdozgerê Komarê yê Diyarbekirê Mustafa Çelenk hatin cihê bûyerê û vekolîn kirin, der barê şewatê da agahî hildan.

Waliyê Diyarbekirê Murat Zorluoglu daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku dora saet 18.30î li Sîteya rojava şewat derket, di serî da agirkujî û teşkîlata AFADê midaxeleyî şewatê kirin.

Zorluoglu da zanîn ku bi ekîbên ku sewqî cihê bûyerê kirin va pêvajoya texliyekirinê dan destpêkirin û ev gotin:

"Şahidan got ku gelekî dûman heye. Personelên me jî heman tişt gotin. Ez ê bi we ra agahiyên ewil parve bikim. Niha ji avahiyê 17 birîndar hatin derxistin. Birîndar neqlî nexweşxaneyên me kirin. Li nexweşxaneyên me midaxaleyî wan kirin. Lêbelê agahiya ji birîndarên ku heta niha neqlî nexweşxaneyê kirine mixabin ku 2 jê zarok 3 welatiyên me mirine, gihaşt min. Rewşa birîndarên me yên din bi giştî baş e û ji nêz va tên şopandin. Niha hemû avahî hat texliyekirin. Serokatiya daîreya agirkujiyê agahî da ku li hundir sax an mirî tu mirov tunin."

Zorluoglu got ku Xwedê rehma xwe li welatiyên wefat kirin bike û ji bo birîndaran şifaya acîl xwest û got ku "Tabî helbet mijar dû ji hemû aliyan va bê lêpirsînkirin û Birêz Serdozgerê me jî li vir e û ez dixwazim ji vir bibêjim ku heke îhmalek hebe dê berpirsyarên vê îhmalê jî hesabê bidin. Bila ji bo Diyarbekirê derbasî be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın