Li Diyarbekirê bi hevkariya AFADû UMKEyê tetbîqata erdhejê hat kirin
Diyarbakir
Li Diyarbekirê bi hevkariya Midûriya Rewşa Acil û Afatê ya Bajêr (AFAD), Ekîba Xelaskirina Medîkal ya Neteweyî (UMKE) û ekîbên Servîsa Acil a 112yê tetbîqata erdhejê hat kirin.
Tetbîqat li hewşa AFADê ya li Diyarbekirê hat kirin.
Di tetbîqatê da ji hêla deng û dîtbarî va tiştên li ser xebatkaran tesîreke neyînî û stresê bike hatin bikaranîn ku di nav rewşeke wiha da ew bikaribin bixebitin.
Ji UMKEyê 50, ji AFADê jî 50 personel beşdarî tetbîqatê bûn.
Di tetbîqatê da 10 wesayîtên UMKEyê, 4 ambulans, 4 wesayîtên AFADê, cîhazên teknîkî, drone û kuçikên lêgerîn û xilaskirinê hatin bikaranîn.
Ekîbên beşdarî van perwerdeyên teorîk û pratîkê bûn tetbîqata erdhejê bi serkeftî temam kirin.