Li Diyarbekirê 3 milyon û 476 hezar serî kirkirk û skunk hat bidestxistin

Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya ragihand, li Diyarbekirê di operasyona hişbirê da 3 milyon û 476 hezar serî kirkirkên ku 70 ton esrar jê tê û skunk hat bidestxistin, 7 gumanbar hatin girtin.
Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir, Fermandariya Cendirmeya Bajarê Diyarbekrê bi kordîneya Serdozgeriyên Komarê yên Licê û Haniyê û Serokatiyên Daîreya TEMê û Têkoşîna Sûcên Narkotîk a Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê xebat meşand û li navçeyên Licê û Haniyê 61 tîmên operasyonel, 645 personelan bi piştgiriya pergalên ku ji dûr va agahiyan bi dest dixin va operasyon hatin kirin.
Yerlîkaya kesên ku operasyon kirin, ew pîroz kirin û wiha got, "Me li Diyarbekirê 3 milyon û 476 hezar serî kirkirkên ku 70 ton esrar jê tê û skunk bi dest xistin. Bi alîkariya ÎHA û pergalên ku ji dûr va agahiyan bi dest dixin va me di operasyonan da 7 gumanbarên tacirên jehrê girtin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.