Li Diyarbekirê 12 milyon û 389 hezar kenevîra kok û skunk hat desteserkirin

Ankara
Wezîrê Navxweyî Ali Yerlîkaya ragihand ku li Diyarbekirê di encama operasyonan da 12 milyon û 389 hezar kenevîra kok û skunk digel 127 kîlogram esrar hat desteserkirin.
Wezîr Yerlîkaya ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê operasyonên dijî hişbirê yên ku bi piştevaniya fermandariya cendirmeyên parêzgehên Mûş, Batman, Bingol, Mêrdîn, Şanliurfa û Elezîz hatin li dar xistin, agahî belav kir.
Yerlîkaya diyar kir ku di operasyonên ku bi pişteka dron û pergalên jidûrva tesbîtkirinê hatin lidarxistin da, 143 tîm operasyonel, 1780 personel, helîkoptereke s-70ê, helîkoptereke ATAKê ya êrîşê, 2 JÎHA hatin bikaranîn.
Di encama operasyonan da 12 milyon û 389 hezar serî kenevîr û skunka ku dikarin zêdetir ji 100 tonî esrar jê bê bidest xistin digel 127 kîlogram esrar hat desteserkirin û 22 gumanbar jî hatin girtin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.