Tirkiye

Li Diyarbekirê "10emîn Civîna Zanayan" dest pê kir

Aydın Arik  | 11.10.2025 - Rojanekırın : 11.10.2025
Li Diyarbekirê "10emîn Civîna Zanayan" dest pê kir Aydın Arik

Diyarbakir

 Li Diyarbekirê "10emîn Civîna Zanayan" ku ji aliyê Yekîtiya Zana û Medreseyan (Îttîhadul Ulema) tê lidarxistin, dest pê kir.

Bernameya ku li Hola Konferansê ya Kuliyeya Selahedîn Eyûbiyê bi tîlaweta Qurana Pîroz dest pê kir û biryar e 2 rojan bidome, li tenişt Tirkiyeyê ji Morîtanya, Misir, Îran, Sûriye, Filistîn, Efxanistan, Yêmen, Urdin û Herêma Xweser a Sîncan Uygurê nûner beşdar bûn.

Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu di axaftina xwe ya destpêka bernameyê da anî ziman ku Cîhana Îslamî di serî da meseleya Filistînê, bi pirsgirêkên curbecur ra rûbirû ye. Di civînên wiha da ji bo çareserkirina pirsgirêkan gelekî girîng e ku bi aqilê selîm û şêwirmendiyê bê hereketkirin.

Yapicioglu bal kişand ser pêvajoya Tirkiyeya Bêteror û wiha axivî:

"Pirsgirêka tundûtûjî û terorîzmê ku zêdetirî 40 salan e ku êşê dide gelê me. Xebat û hewldanên me ji bo bidawîkirina vê yekê û ji nû va avakirina hiqûqa biratiyê berdewam in. Înşelleh ji bo ku em encameke baş bi dest bixin, tişta ji destê me bê emê bikin. Ev mesele meseleya maf û hiqûqê ye. Biratiya me ya ji ber tesîsnebûna hiqûqê, pêk nehatiye, zirar dîtiye. Bingeha biratiya me ya hezar salî baweriya me ya hevpar e. Ev bingeh saxlem e û berdewamiya biratiya me dê bi vê va girêdayî be."

Di bernameyê da her yek ji Balyozê Efxanistanê yê li Enqereyê Sanîullah Farahmand, ji berdevkên Hemasê Fewzî Barhum digel Serokê Giştî yê Yekîtiya Zana û Medreseyan Enver Kiliçarslan jî gotar pêşkêş kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.