Tirkiye

Li Diyarbekir û Sêrtê welatiyên ji 65 salî mezintir du eydî bi hev ra kirin

Li Diyarbekir û Sêrtê kesên 65 salî yên ji ber tevdîrên dijî vîrusa koronayê derketina wan a derva hatibû qedexekirin di çarçoveya îstisnayê da dîsa derketin derva.

Haydar Şahin  | 24.05.2020 - Rojanekırın : 25.05.2020
Li Diyarbekir û Sêrtê welatiyên ji 65 salî mezintir du eydî bi hev ra kirin

Diyarbakir

 Li Diyarbekir û Sêrtê kesên 65 salî yên ji ber tevdîrên dijî vîrusa koronayê derketina wan a derva hatibû qedexekirin di çarçoveya îstisnayê da dîsa derketin derva.

Hin kesan bi jin û mêrên xwe ra hinekan jî bi hevalên xwe ra li gor mesafeya civakî rûpêş dan ber devê xwe û li parkan dema xwe derbas kirin.

Cuma Egeyê (65) bi xanima xwe ra li Park Ormanê ya li Kayapinara navçeya Diyarbekirê geriya diyar kir ku rojiya remezanê bi sihet derbas kirin.

Ege wiha axivî: "Îro ji bo du eydên. Hem îzna me heye hem jî Eyda Remezanê ye. Em li vê derê dimeşin. Leyl û Mecnûn bi hev ra derketin derva. 65 sal e me eydeke wiha nedît. Înşaellah em ê dîsa nebînin."

Mahmut Tugrulê 72 salî jî got ji bo hewayê hilde hat parkê û dimeşe.

Tugrul wiha got: "Lingên me qerimîbûn, hinekî hatin ser hemdê xwe. Me eydeke wiha nedîtibû Înşaellah em ê dîsa nebînin. Eyda wekî berê derbas bikin."

Ramazan Înalê 65 salî jî destnîşan kir ku ew ê hetanî saet 20.00 dema xwe li parkê derbas bike.

Înal ji ber ku destûra derketina derva dan wan sipas kir û wiha pê da çû: "Wekî eydên merê qerebaliqî tune, kelecanî tune. Xwarin, vexwarin û şekirê her kesî li malê disekine. Bi zar û zêçan ra li ser têlefonê yan jî înternetê eydanî hat kirin."

- Sêrt

Li Sêrtê jî kesên ji 65 salî mezintir û nexwşiyên wan ên kronîk hene derketin derva.

Celal Balikê 66 salî diyar kir ku girîngiyê didin sepandinê û wiha got: "Em îro cara 3yan derketin derva. Em guh didin rêgezên mesafeya civakî û rûpêçê. Em li bendê ne ku her kes guh bide tevdîran."

Aydullah Ayê 72 salî xwest ku hejmara destûrê were zêdekirin, park û baxçe ji kal û pîran ra verin vekirin.

Cemalettîn Aslanê 69 salî jî got ku di roja ewil a eydê da derketin, bîna wan vebû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.