Tirkiye

Li Diyarbekir û Mêrdînê 16-19ê gulanê dê astengkirina derketina derve tune be

Li Diyarbekir û Mêrdînê 16-19ê gulanê dê astengkirina derketina derve ya 4 rojî neyê cîbicîkirin.

Ahmet Aydın  | 12.05.2020 - Rojanekırın : 13.05.2020
Li Diyarbekir û Mêrdînê 16-19ê gulanê dê astengkirina derketina derve tune be

Mardin

Li Diyarbekir û Mêrdînê 16-19ê gulanê dê astengkirina derketina derve ya 4 rojî neyê cîbicîkirin.

Waliyê Diyarbekirê Hasan Basrî Guzeloglu di parvekirina xwe ya li ser hesabê medyaya civakî de bal kişand ser daxuyaniya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ku gotibû 16ê gulanê heta 19ê wê, dê 4 rojan astengkirina derketina serve bê cîbicîkirin û got, "Di vê pêvajoyê de dê li Diyarbekirê astengkirina derketina derve neyê sepandin ji ber vê bila welatî nekevin rehawetê de û pabendê rênimayan bin."

- Mêrdîn

Ji aliyekî din ve Walîtiya Mêrdînê bi daxuyaniyekê ragihandin ku dê astengkirina derketina derve ya 4 rojî lê Mêrdînê neyê sepandin.

Di daxuyaniyê de herwiha spasî bo welatiyên pabendê rênimayan hat kirin û herwiha hat gotin ku bi heman hesasiyetê heke zarûret nebe li malê xwe bimînin û dernekevin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.