Li Diyarbekir û Manîsayê di operasyonên "Narkokapan"ê da 445 şikbar hatin girtin
Ankara
Li Diyarbekir û Manîsayê di operasyonên "Narkokapan"ê yên li dijî hişbirfiroşan hat kirin da, 445 şikbar hatin binçavkirin.
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand ku cendirmeyan li Diyarbekir û Manîsayê serê sibê li dijî hişbirfiroşan operasyonên "Narkokapan"ê kirin.
Hat daxuyandin armanca operasyonên ku 445 şikbar hatin girtin ew e ku, hişbirfiroşên kolanan ên bi navê "torbecî" yên ku bi rêya medyaya civakî û bernameyên peyaman li tax û kolanan hişbirê difiroşin bêne girtin.
Hat gotin ku operasyon bi hevkariya Serdozgeriyên Komarê yên Diyarbekir û Manîsayê û Serokatiya Daîreya Sûcên Dijî Narkotîkê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan hatine kirin.
Agahî hat dayîn ku di operasyonan da lêkolînên qadê, analîz û şopandina teknîkî û fîzîkî ya şikbaran bi baldarî hatine kirin.
Hat destnîşankirin ku 355 tîmên asayîşê, 44 tîmên asayîşê yên bimotorsiklet yên cendirmeyan û 14 tîmên qomandoyan bi tevahî 1522 cendirme beşdarî operasyonê bûne û 14 kûçikên dedektor ên hişbirê yên ku bi taybet hatine perwerdekirin jî hatine bikaranîn.
Hat gotin di operasyonan da 302 kîlo madeyên hişbirê, 5 hezar hebên hişbirê, hinek madeyên kîmyewî, gelek demançe, melzemeyên ji bo bikaranîna hişbirê û mîzaneke hesas hatine bidestxistin.
Di daxuyaniyê da gotinên Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya jî hatin parvekirin.
Wezîr Yerlîkaya wiha got: "Ez Walîtiyên me yên Diyarbekir û Manîsayê, Serdozgeriyên me yên Komarê, Serokatiya Daîreya Sûcên Dijî Narkotîkê ya Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, fermandariyên me yên cendirmeyan ên bajêr û cendirmeyên qehreman pîroz dikim. Şerê me yê li dijî hişbirê bi awayekî pircure û hurgilî bibiryar dewam dike."
Wezaretê vîdeoyeke derbarê operasyonên li Diyarbekir û Manîsayê hatine dikin da jî parve kir.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
