Li Diyarbekirê pirtûkeke ji kevilê xezalê hat dîtin
Li Diyarbekirê pirtûkeke ku li ser çermê xezalê bi zêr hatiye nivîsandin hat dîtin.

Diyarbakir
Li Diyarbekirê pirtûkeke ku li ser kevilê xezalê bi zêr hatiye nivîsandin hat dîtin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, tîmên Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Organîze û Qaçaxçîtiyê ya Cendermeyên Bajêr li ser îxbara ku kesek dixwaze pirtûkeke ji heyama Romayê bifiroşe xebat dan destpêkirin.
Tîman li taxa Peyasa ya navçeya Kayapinarê operasyon kir.
Di encama lêgerîna li ser şikbar û mala wî hat kirin da pirtûkeke ku li ser kevilê xezalê bi zêr hatiye nivîsandin hat dîtin. Şikbar hat binçavkirin.
Kar û barên şikbar li navenda cendermeyê dewam dikin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.