Tirkiye

Li Diyarbekirê Operasyona Narko Terorê ya Eren Abluka-25ê dest pê kir

Aykut Karadağ  | 26.07.2022 - Rojanekırın : 28.07.2022
Li Diyarbekirê Operasyona Narko Terorê ya Eren Abluka-25ê dest pê kir

Ankara

Wezareta Karên Navxweyî (WPN) ragihand ku li Diyarbekirê bi beşdarbûna 820 personelî va Operasyona Narko Terorê ya Eren Abluka-25ê dest pê kir.

Di daxuyaniya WPNê da hat gotin ku ji bo rêxistina terorê ji rojeva welêt were derxistin û terorîstên li deverê bên berterefkirin, li Diyarbekirê dest bi Operasyona Narko Terorê ya Eren Abluka-25ê kirin.

Di operasyonê da ji polês, esker û gundparêzan 52 tîmên ji 820 kesî pêk tên cî digirin.

Di roja ewil a operasyonê da li gundewarê Taxa Turaliya ser navçeya Hênê 50 ciyên ji hev cihê hatin tespîtkirin.

Di kontrolkirina hemû ciyan da 2 milyon û 293 hezar kok kinf, 180 kok nebata kinfê, 260 hezar kok nebata skunkê, 33 hezar û 400 gram esrara hûrkirî, 93 hezar û 400 gram esrara toz, 4 hezar û 765 metre xortoma avdanê û 2 motorên avê hatin bidestxistin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, operasyonên Eren Ablukayê bi piştgiriya gel û bi biryardarî wê dewam bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.