Tirkiye

Li Diyarbekirê ji ber ku îskeleya înşaetê hilweşiya, 4 karker mirin û karkerek jî birîndar bû

Osman Bilgin  | 11.11.2025 - Rojanekırın : 12.11.2025
Li Diyarbekirê ji ber ku îskeleya înşaetê hilweşiya, 4 karker mirin û karkerek jî birîndar bû Diyarbakır AFAD

Diyarbakir

Li Qulpa navçeya Diyarbekirê di înşaeta pireyê ya li ser rê dihat çêkirin da ji ber ku îskele hilweşiya, 4 karker mirin û karkerek jî bi giran birîndar bû.

Li ser rêya Qulp-Mûşê di navbera taxên Tepecîk û Karabulakê da pire tê çêkirin û dema bêton hat rijandin, îskele hilweşiya.

Di qezayê da 3 karker mirin û 2 karker jî bi giran birîndar bûn.

Cendirme û ekîbên AFAD, agirkuj û Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.

Ekîban bi ambulansan birîndar rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Ji 2 birîndaran jê yek, ku rakirin Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê li hemberî hemû hewldanan ji mirinê nefilitî û jimara miriyan derket 4 kesan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın