Li Diyarbekirê di şewata li qada sondajê ya neftê da 8 kes birîndar bûn

Diyarbakir
Li Diyarbekirê di şewata li qada sondajê ya neftê da 8 kesên ku birîndar bûn tên dermankirin.
Li cihê sondajê ya neftê ya Uçtepe-1 ya ku ji hêla Şirketa Anonîm ya Turkish Petroleum Internationalê (TPIC) va tê xebitandin ya li ser rêya Diyarbekir-Batmanê, şev ji ber sedema ku hê nayê zanîn şewat derket.
Piştî cawdayînê, tîmên Tenduristiya Acîl a 112yê, agirkuj û cendirmeyan çûn cihê bûyerê.
Di şewatê da 8 kes birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Wezîfedarên li qadê wanaya neftê girtin da ku şewat mezin nebe.