Li Diyarbekirê di "Kampa Ciwaniyê ya Hişyariyê ya Selahadîn Eyûbî" da xebatan dest pê kir

Diyarbakir
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li navçeya Dîcleyê kêleka qeraxê Gola Bendavê ya Kralkiziyê "Kampa Ciwaniyê ya Hişyariyê ya Selahadîn Eyûbî" çêkir û di kampê da xebatan dest pê kir.
Şaredariya Bajarê Mezin ji bo ku seba ciwanan qadên spor, çand û civakî çêke, xebatên xwe bê navber didomîne.
Di navbera Şaredariya Bajarê Mezin û Wezareta Ciwanî û Sporê da di 1ê tîrmehê da protokola veberhênanê hat îmzekirin û di çarçoveya protokolê da "Kampa Ciwaniyê ya Hişyariyê ya Selahadîn Eyûbî" hat çêkirin ku li herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê seba ciwanan xizmetê bike.
Serokatiya Daîreya Park û Baxçeyan proje amade kir û di çarçoveya projeyê da li navçeya Dîcleyê kêleka qeraxê Gola Bendavê ya Kralkiziyê ser 180 donimî Karên Avê ya Dewletê avahiyên heyî tên veguherandin. Li ser erazî 17 lojmanên yek qatî hene.
Ekîb li qadê ji bo çêkirina 860 mêtreqare xwaringeh, 546 mêtreqare salon, mescîd, atolye, baxçeyê botanîk û şanoya amfî dest bi xebatan kirin.
Proje bi feraseta jiyana bê asteng hat amadekirin û di avahiyên ku tên çêkirin da kesên astengdar wê bi rehetî herin û werin û beşdarî hemû çalakiyan bibin.
Li Kampa Ciwaniyê ya Hişyariyê ya Selahadîn Eyûbî gelek çalakî wê werin lidarxistin û ciwan wê bikaribin tê da sporên cuda yên wekî paintball, zipline, avjenî, tîrvanî, meşê bikin û di parkurên macerayê da bileyîzin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.