Li Diyarbekirê di êrîşa çekdar a dijî otomobîlekê da 2 kes hatin kuştin, 3 kes birîndar bûn

Diyarbakir
Li Diyarbekirê di êrîşa çekdar a dijî otomobîlekê da 2 kes hatin kuştin, 3 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyê, li navçeya navendê Baxlarê li tanga Taxa Buyuransuyê li dijî otomobîlekê êrîşa biçek hat kirin ku ajokar û plaqeya wê hê nehatiye tesbîtkirin.
Di êrîşê da ji heman malbatê 5 kes birîndar bûn. Li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê yên 112 Bilez û her wiha yên cendirmeyê bo herêmê hatin sewqkirin.
Ji birîndarên ku bi ambulansan bo nexweşxaneyeke taybet hatin veguhestin 2 digel midaxeleyê xilas nebûn.
Piştî midaxeleya ewil a li vir 2 birîndar bo Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê,1 jî bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl hatin veghestin.
Ji hêla hêzên ewlekariyê xebata desteserkirina êrîşkaran hat destpêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.